Serok Barzanî Pêşangeha Rojhilata Navîn bo Perwerde û Fêrkirinê vekir
Hewlêr (Rûdaw) - Li Hewlêrê bi amadebûna Serok Mesûd Barzanî, Duyemîn Pêşangeha Rojhilata Navîn bo Perwerde û Fêrkirinê (MEETS) hat vekirin.
Duyemîn Pêşangeha Rojhilata Navîn bo Perwerde û Fêrkirinê ji aliyê Serok Mesûd Barzanî ve hat vekirin û 112 zanîngeh, dibistan, kompanya û saziyên perwerdeyî beşdarî pêşangehê dibin.
Pêşangeh, bi sponsoriya Tora Medyayî ya Rûdawê bi rê ve diçe.
Li pêşangehê derfetên xwendinê û dirêjedana bi xwendinê bo xwendekarên Herêma Kurdistanê tên pêşkêşkirin.
Dê Duyemîn Pêşangeha Rojhilata Navîn bo Perwerde û Fêrkirinê ji îro heta 27ê Tîrmehê berdewam be.