Zarokekî şivan di ezmûna LGSyê de bû duyemînê Tirkiyeyê

Hewlêr (Rûdaw) – Li navçeya Miyaranê ya Xarpêtê Muhammet Halîl Yazarê ku li zozanan şivantî dikir, di ezmûna Pergela Derbasbûna Lîseyê (LGS) de 494 puan bi dest xistin û li seranserê Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bû duyemîn.

Xwendekarê serkeftî Muhammet Halîl Yazar, li zozanên Kepirê yên li navçeya Miyarana Xarpêtê bi malbata xwe re karê ajaldariyê dike.

Yazar, him diçû ber pêz him jî xwe ji ezmûna LGSyê re amade dikir û piştî vê keda xwe yî mezin di ezmûnê de, ji 500 puanî 494 puan bi dest xistin û bû xwediyê serkeftineke mezin.

"Sedema serkeftina min ew e ku malbata min li pişta min e"

Muhammet Halîl Yazar, anî zimên ku di vê serkeftinê de malbata wî û mamosteyên wî xwediyên kedeke mezin in û wisa axivî: 

“Jiyana koçeriyê zehmet e lê ez ji karê xwe hez dikim. Bizin û çêlekên me rizqê me ne. Min di ezmûna LGSyê de 494 puan wergirtin. Min pirseke Zanistên Fenê şaş bersivand. Sedema serkeftina min ew e ku malbata min li pişta min e. Dema ez dersê dixebitîm min televizyon rakir, telefona min jî nebû. Mamosteyên min bi min re gelekî eleqedar bûn. Mamosteyên min her tim diçûn Xarpêtê û ji min re pirtûk dianîn. Ez her tim dixebitîm û ez gihiştim armanca xwe.”

"Tekane çareya min xwendin bû"

Yazar got puanê wî baş in, ji ber vê ew dê ji liseyên li Enqere û Stenbolê yekê tercîh bike û wiha pê de çû: "Min piştî ku ajelên xwe berdidan çêriyê ez li ser kevirekî rûdiniştim û dixebitîm. Ez di nav şertên wiha de xebitîm. Li Miyanê dersxane û navendên etûdê nînin. Ji ber ku min ev jiyana zehmet dît, tekane çareya min xwendin bû. Ji ber vê ez gelekî xebitîm."

Xeyala Muhammet Halîl Yazar a herî mezin ew e ku serkeftinên wî di xwendinê de bi vî awayî berdewam bin û siberojê beşa tibê bixwînê û bibe cerahekî serkeftî yê mêjî.

"Kêfxweşiya herî mezin a dê û bavan ew e ku zarokên wan serkeftî bin"

Yucel Yazarê bavê Muhammet jî diyar kir ku kurê wî zarokekî pir serkeftî û bixîret e.

Yucel Yazar da zanîn ku di serkeftina kurê wî de kedeke mezin a mamosteyên wî jî heye û wiha domand: "Em li herêmeke wisa dijîn ku derfet lê kêm in. Dahata me jî kêm e. Ji ber ku karê min jî li zozanan e kurê min tim alîkariya min dike. Karê ku ez dikim ew jî pêk tîne, şivantiyê jî dike. Em havînê timî li siruştê ne. Perwerdeya xwe di van şert û mercan de domand. Kêfxweşiya herî mezin a dê û bavan ew e ku zarokên wan serkeftî bin û siheta wan baş be. Hesteke kêfxweşiyê ya gelekî cuda ye û Xweda bike nesîbê her kesî.”

Îsal di LGSyê de li seranserî Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê 562 xwendekaran bersivên hemû pirsan rast dane û bûne yekem.