Ferhad Baqir: Welatên bêciwan pûç in

Hewlêr (Rûdaw) - Li ser koçberiya ciwanan a ji Rojavayê Kurdistanê parêzer Ferhad Baqir got, "Welatên bê ciwan pûç in. Welatê bê kesên pispor, teknokrat û xwendevan pûç in, pêş nakevin.”

Zehmetiyên jiyanê yên li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê ewqas zêde bûne, êdî ciwan berê xwe didin rêyên xeter ên koçberiyê.

Karwanê termê 8 ciwanên Kobaniya Rojavayê Kurdistanê xemgînî û dilşewatî weke perdeyekê bi ser wî bajarê de berda bû.

Ew her heşt ciwan li gel çend ciwanên di ên Rojavayê Kurdistanê li ser rêya koçberiyê di deryaya li hemberî beravên Cezayirê jiyana xwe ji dest dabû.

Rêya koçberiyê bûye rêya vegera terman ji ciwanên Rojavayê Kurdistanê re.

Amarên qurbaniyên Tîrmehê wiha ne:

23yê Tîrmehê 4 ciwan li ser sînorên Tirkiyê û Yûnanistanê di nav kamyonekê de bûn qurbanî.

19ê Tîrmehê ciwanê Kurd ê bi navê Rûdî Silêman Ehmed li ser sînorê Tirkiyeyê hat kuştin.

7ê Tîrmehê termên 11 ciwanan ji Cezayirê gihîştin Rojavayê kurdistanê.

"Welatên bêciwan pûç in"

Koçberiya bikom a ciwanên Rojavayê Kurdistanê mijara podcastê ya Çavê Sêyem a vê heftiyê bû.

Parêzer Ferhad Baqir got, "Welatên bêciwan pûç in. Welatên bê kesên pispor, teknokrat û xwendevan pûç in li pêş nakevin. Bi tabet li cem me li Bakurê Rojhilatê Sûriyê em di hêviya rêveberiyeke nû, di hêviya nasnameyeke Kurdî bi hemû pêkhateyan din re ev li ser milê kê ye? Li ser milê ciwanan e, li ser milê kesên teknorat e."

Li gorî çavdêr û civaknasên Rojavayê Rurdistanê, eger ev diyardeya koçberiyê neyê çareserkirin, dê civak li jêr metirsiya pîrbûnê û xak li jêr metirsiya valabûnê be.