Pêşmergeyên ku ketin kemînê dîl hatin girtin

Hewlêr (Rûdaw) - Komeleya Zehmetkêşên Kurdistanê (Komele) bi dilgiranî ragihand ku grûpeke Pêşmerge li parêzgeha Urmiyê ya Rojhilatê Kurdistanê ketine kemîna pasdarên Îranê û hinek ji wan dil hatine girtin.

Sekreteriya Komîteya Navendî ya Komeleyê daxuyaniyeke nivîskî belav kir û tê de da zanîn ku grûpeke Pêşmerge li navçeyên Soma û Bradost a parêzgeha Urmiyê ketin kemîna hêzên Îranê û dîl hatine girtin.

Komeleyê di derbarê bûyerê de zanyariyên zêdetir neda got "Em dê di rojên pêş de agahiyên zêdetir ji raya giştî re ragihînin."

Komeleya Zehmetkêşên Kurdistanê Yek ji wan partiyan e ku ji sala 1979an ve li Rojhilatê Kurdistanê li dijî rêveberiya Îranê şer dike.