Hatina penaberên Efxanî bo Tirkiyê zêde bûye

Hewlêr (Rûdaw) – Di van demên dawiyê de hatina penaberên Efxanî bo Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê zêde bûye û û her yek ji wan heya xwe digihîne Wanê jî derdora 7 hezar dolaran didin qaçaxçiyan.

Serokê Şaxa Wanê  ya Komeleya Mafê Mirov parêzer Mehmet Karataş, derbarê rewşa penaberên ji Efganîstanê ber bi Tirkiyê ve tên, ji Rûdawê re axivî û got: “Di van 20  rojên dawî de koçberên ku ji Efganistanê reviyane û di ser Îranê re derbasî Wanê bûne zêde dibin û her yek ji wan heya xwe digihîne Wanê jî derdora 7 hezar dolaran didin qaçaxçiyan."

Mehmet Karataş da xuyakirin ku di encama bihêzbûna Talîbanê li Efxanîstanê, bi koça van 20 rojên  dawî, bihayê qaçaxiçîtiyê   jî du qat zêbûye û got: "Berê pereyê ku ji penaberan dihat wergirtin derdora 3-4 hezar dolaran de bû, lê niha derdora 7 hezar dolaran ji wan tên wergirtin."

Karataş derbarê rêya wan penabran ya bo Ewropa de jî agahî dan û got: "Penaber piştî Wanê bi peyatî diçin navçeya Farqînê ya Amedê.  Piştî Farqînê ji aliyê qaçaxçiyan ve rêyên nû yên xwegehandina bo Tirkiyê ji wan re  tên diyar kirin û ber bi  Enqere û Stenbolê ve tên şandin û ji van bajaran  jî berê xwe didin welatên Ewropa.”