Li Rihayê du pismam di nav coya avê de xeniqîn
Hewlêr (Rûdaw) – Li navçeya Eyyubiyê ya Rihaya Bakurê Kurdistanê , du pismamên hev ji bo xwe honik bikin, xwe avêtin coya avê, lê herdu pismam xeniqîn.
Li gor agahiyên berdest li Taxa Ugurluyê ya navçeya Eyyubiyê, du pismamên hev Alî Erkan (9) û Îmam Erkan (8) ji bo ku xwe honik bikin, xwe avêtin coya avê yaKarûbarên Avê ya Dewletê (DSÎ). Di destpêkê de herdu pismamam hinek avjenî kirin, lê piştre li ber pelên avê ketin û wenda bûn.
Piştî ku kesên derdorê Rêveberiya Ewlekariya Bajêr agahdar kirin, tîmên binavger li coya ku zarok ketinê dest bi xebata lêgerînê kirin.
Di encama lêgerînê de termê Îmam Erkan li cihê xwe avêtin avê 15 kîlometreyan dûr û termê Alî Erkan jî 20 kîlometreyan dûr hatin dîtin.
Termê herdu pismaman bo otopsiyê bo Saziya Tîpa Dadê hatin şandin.
Roja Çarşemê 22yê Tîrmehê jî li wî bajarî du pismaman ji bo xwe honik bilin xwe avêtin bûn coya avê û piştre xeniqîbûn.