Komeleya Zehmetkêşên Kurdistanê dixwaze ligel Îranê danûstanan bike

Hewlêr (Rûdaw) - Komeleya Zehmetkêşên Kurdistanê radigihîne ku ew bo pirsa Kurdan li Îranê, li gel çareseriyeke siyasî ne, lê Komara Îslamî ya Îranê 40 sal e vê pirsê red dike.

 

Pêşmergeyên Komeleya Zehmetkêşan mijûlî amadekariyan û perwerdekirinê ye û daxwazê dikin ku Îran di derbarê pirsa Kurdan de dest bi çareseriyeke siyasî bike û bi mercekî ku danûstandin û çareserkirina pirsgirêkan eşkere be.

 

Pêşmergeyên ser bi Komeleya Zehmetkêşên Kurdistanê li Başûrê Kurdistanê, bi hevre slogana bijî Komele, bijî sosyalîst bilind dikin. Sekreter û endamên vê partiyê ligel danûstandinên bi Komara Îslamî ya Îranê re, lê mercê wan hene, yek ji mercên wan jî ew e ku danûstandin eşkere bên kirin, ne nehênî.

 

Sekreterê Komeleya Zehmetkêşên Kurdistanê Umer Îlxanîzade dibêje, ew ligel çareseriya siyasî   bo pirsa Kurd li Îranê ne,  lê ev 40 sal in  Komara Îslamî ya Îranê   vê pirsê red dike.

 

Hevdem beşek ji endamên wê partiyê ji danûstandinên ligel Komara Îslamî ya Îranê bê hêvî bûne û dibêjin, dive Komara Îslamî ya Îranê biçe.

 

Komeleya Zehmetkêşên Kurdistanê yek ji wan çar partiyên serekî yên Rojhilatê Kurdistanê ye, ku baregahê hêzên wê li parêzgeha Silêmaniyê ya Herêma Kurdistanê ye.

 

Daxwaza danûstandina ligel Komara Îslamî ya Îranê ji aliyê wê partiyê ve, di demekê de ye ku dîrokeke tehl a partiyên Rojhilat di vê derbarê de ligel Tehranê heye, ji ber vê, ew  hestyar in û dixwazin danûstandin eşkere bên kirin.