Asayişa PYDê berpirsekî Yekîtiya Xwendevan û Ciwanan girt

Girkê Legê (Rûdaw)- Li Rojavayê Kurdistanê asayişa bajarokê Girkê Legê ya PYDê li xaleke kontrolê berpirsekî Yekîtiya Xwendevan û Ciwanên Demokrat a Kurdistanê - Rojava bi navê Ekrem Xelef girt.

Li gorî agahiyên Rûdawê ew Ekrem Xelef dixwest serdana navenda rêxistina xwe bike da ku tevlî civînekê bibe, lê li ser xaleke kontrolê ya asayişê li Girkê Legê hat girtin û heta niha çarenivîsa wî nediyar e.

Berpirsê Ragihandina Yekîtiya Xwendevan û Ciwanên Demokrat a Kurdistanê - Rojava ji Rûdawê re ragihand: “Ew berpirsê rêxistina me li ser xaleke kontrolê ya asayişa ser bi PYDê ve li Girkê Legê hat girtin û heta niha em sedema girtina wî nizanin.”

Yekîtiya Xwendevan û Ciwanên Demokrat a Kurdistanê – Rojava di daxuyaniyekê de ragihand: “Tişta ku asayişa PYDê dike ji girtin û revandina xelkê, armanca wê valakirina Rojavayê Kurdistanê ji xortan e. Ew jî di dema ku welatê me rastî êrişên terorîstan tê û pêwîstiya me bi hêza xort ciwanan heye.”

 

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Em van kiryaran şermezar dikin û daxwaz dikin bi dawî werin ji ber ku nakevin xizmeta miletê me yê kurd de, herwiha em daxwaz dikin ku hevalê me Ekrem Xelef bilez bê berdan.”