DIHOK – 8 penaber xeniqîne

Zaxo (Rûdaw) – Li navçeya Zaxo ya Dihokê heta niha di nava Çemê Xabûrê de  8 penaber xeniqîne.

 

Penaberên li Dihokê ji ber sedema zêdebûna germaya hewayê,  diçin ber Çemê Xabûrê.

 

Li gorî daneyên fermî heta niha 8 penaber li ber ava Çemê Xabûrê ketine û jiyana xwe ji dest dane.

 

Herwiha li gorî agahiyên fermî piraniya kesên jiyana xwe ji dest dayîn, kurdên êzidî yên ji Şingalê penaber bûyine.