Îhsanoglu: Divê çareserî rasyonel be

 

Amed (Rûdaw)- Namzedê her du partiyên CHP û MHPê yê serokomeriya Tirkiyê Ekmeleddin Îhsanoglu ragihand ku dewletê li hember kurdan hin xeletî kiriye û got, “Lê dema mirov l i çareseriye digere divê tekez ew çareserî aqilane be.”

 

Ekmeleddin Îhsanoglu di çarçoveya geRra xwe ya ji bo hilbijartinên serokariyê de îro çû bajarê Amedê yê Bakûrê Kurdistanê.

 

Îhsanoglu pêşiyê ji xelkê Amedê re axivî û paşê jî hevdîtinek li gel saziyên sivîl û civakî çêkir.

Li gorî ajansên nûçeyan, Îhsanoglu li ser bûyerên Rojhilata Navîn û pêvajoya çareseriyê axivî û got ku li Rojhilata Navîn perçebûnê dest pêkiriye û ev yek dê bidome jî û got, “Belavbûnên hûrtir dê çebin. Em dibêjin Iraq dê bibe sê perçe wê demê dewletek wek Sûriyê dê bibe çend perçe?”

 

Ekmeleddin Ihsanoglu wisa pê de çû: “Yekitiya li Mezopotamyayê yekitiyeke dîrokê bû. Dema bê perçekirin şahdamarê wê jî tê birrîn. Heta demekê dê keyfxweş û bêjin em serbixwe bûn lê belê rewş dê ber bi nebaşiyê ve here. Ji bo wê perçekirin ji ti kesî re nebaş e. Me bi hev re jiyan kir lê belê xeletiyên me jî çêbûn. Em dibêjin emê wan xeletiyan sererast bikin. Ji ber wê jî dema mirov li çareseriyê digere divê ew çareserî aqilane be.”