Saziya parastina zarokan hêzên çekdar fêrî qanûnên şer dike

 

Hewlêr (Rûdaw) – Li hember bikaranîna zarokan di şerê Sûriyê de, saziya parastina zarokan ku navenda wê li Swîsre ye ragihand, ew hêzên çekdar ên li Sûriyê fêrî qanûnên şer dikin daku bizanin bikaranîna zarokan di şer de karekî qanûnî nîne.

Bi kûrbûna şerê di navêbera hêzên rejîma Beşar Esed û çekdarên opozîsyonê li Sûriyê de zarok zêdetir dibin qurbaniyên şerê han.

Jibilî kuştina zarokan, hinek zarok jî ji aliyê komên çekdar ve tên bikaranîn û li gorî hinek dîmenên ku li ser malperên civakî mîna yotube hatine belavkirin, li hinek deveran zarokan komên çekdar ava kiriye û qaşo li dijî rejîma Beşar Esed şer dikin.

Berpirsê saziya parastina zarokan Mendo Balci, ji Rûdawê re axivî û diyar kir ku ew dixwazin bi hêzên çekdarên opozîsyona Sûriyê re rêkeftinek îmze bikin û ji wan bixwazin ku zarokan bikar nehînin û her wiha wan hêzan fêrî qanûnên şer dikin da ku bizanin ev yek li dijî qanûnên şer e.

Balci da zanîn, dê serdana deverên kurdî yên Sûriyê jî bikin û digel rayedarên çekdarî yên kurd re jî vê yekê gotûbêj bikin.