DBPê kongreya awarte li dar xist; hevserok neguherîn

Hewlêr (Rûdaw) - Di pêncemîn kongreya awarte ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) de ku îro li Enqerê hat sazkirin, Saliha Aydeniz û Keskin Bayindir careke din wek Hevserokên Giştî yên partiyê hatin hilbijartin.

Îro Yekşemê 25ê Hezîrana 2023an Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) li Navenda Bazirganiyê ya Cîhanî ya Enqerê 5emîn kongreya xwe ya awarte saz kir.

Di kongreyê de Saliha Aydeniz û Keskin Bayindir careke din wek Hevserokên Giştî yên partiyê hatin hilbijartin. Ligel delegeyên DBPê nûnerên HDPê û rêxistinên civaka sivîl jî beşdarî kongreyê bûn.

Doh Şemiyê Saliha Aydeniz û Keskin Bayindir ji Partiya Çepên Kesk (YSP) îstîfa kiribûn.