Li Rihayê bûyera trafîkê: Mirî û birîndar hene

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê du otomobîl li hev qelibîn û di encam de 3 kesan canê xwe ji dest dan û 2 kes jî birîndar bûn.

Doh Şemiyê li navçeya Xelîliyê ser bi parêzgeha Rihayê du otomobîl li hev qelibîn û di encamê de ji malbatekê 5 kes birîndar bibûn û kesên birîndar bo nexweşxaneyê hatibûn veguhestin.

Lê tevî hemû midexaleyan îro 25ê Hezîrana 2023an ji wan 3 kes ku 2 zarok in li nexweşxaneyê canê xwe ji dest dan û dermankirina 2 kesên birîndar berdewam e.