Ciwanekî 19 salî di Çemê Xabûrê de xeniqî

Hewlêr (Rûdaw) – Îro ciwanekî 19 salî li sînorê îdareya serbixwe ya Zaxoyê di nav Çemê Xabûrê de xeniqî û jiyana xwe ji dest da.

Bûyer îro piştî nîvro li gundê Xaliş ê ser bi îdareya serbixwe ya Zaxoyê ve çêbûye.

Li gor zanyariyan, navê ciwanê ku xeniqiye û canê xwe ji dest daye, Mîlad Mihemed e û 19 salî ye.

Berdevkê Polîsê Zaxoyê, Ehmed Remezan ji Rûdawê re ragihand, “wî ciwanî piştî nîvro di demjimêr 15:00an de li sînorê gundê xwe ji bo avjeniyê çûye nav Çemê Xabûrê, lê belê di dema melevaniyê de xeniqî ye.”

Berdevkê Polîsê Zaxoyê diyar kir, piştî ku ew ji bûyerê hatin agahdarkirin, hêzên wan çûn cihê bûyerê û termê wî xortî bo Pizîşkiya Dadê hat veguhastin.

Derbarê bûyerê de lêkolîn dest pê kiriye.