Çawa sîxurî li ser telefonên welatiyên Rojavayê Kurdistanê hatiye kirin?

Hewlêr (Rûdaw) - Kompanyaya ewlekariya înternetê ya Amerîkî Lookout ji Rûdawê re piştrast kir ku bi rêya bernameyeke hackkirinê, sîxurî li ser telefonên welatiyên Rojavayê Kurdistanê hatiye kirin, guman hene ku wêne, vîdeo, tomara dengan, tomara têkiliyan, reqema telefonan, name û her wiha axavtinên li ser sepanên wek WhatsAppê ku ewle tê zanîn, hatibin dizîn.

Bernameya hackkirinê ji aliyê kompanyaya RCS Lab a Îtalî ve hatiye çêkirin. Kompanyaya ewlekariya înternetê ya Amerîkî Lookoutê navê "Hermit" lê kiriye.

Lookout a ku navenda wê li San Francisco ye, berê di lêkolînekê de eşkere kiribû ku bernameya Îtalî ji hemû deverên cîhanê zêdetir ji bo sîxuriyê li ser xelkê Rêveberiya Xweser hatiye bikaranîn.

Lookoutê roja Înê 24ê Hezîrana 2022an di emailekê de ji Rûdawê re ragihand ku ew nizanin kê ew êrîşên sîber kirine.

Lookout amaje bi Rojavayê Kurdistanê jî kir û got, "Mixabin, me nekaribû bizanin ka kîjan kiryarên RCS Lab kampanya ji bo armanckirina Rojava li dar xistine û me nekarî mexdûran nas bikin.”

Lookout her wiha ji Rûdawê re diyar kir, dibe ku ne tenê name, wêne, vîdyo, tomarên deng, tomarên peywendiyan û reqemên telefonên welatiyên Rojavayê Kurdistanê ji aliyê hackeran ve hatibin dizîn, belkî axaftin û peyamên di sepanên wek WhatsAppê de jî ku ewle tên zanîn jî ketibin destê êrîşkaran.

Lookout di raporeke xwe ya berê de, li ser êrîşa sîber a li dijî Rojavayê Kurdistanê amaje bi wê yekê kir ku ew navçe bûye meydana nakokiyên navçeyî û di nav wan de jî nakokiyên Tirkiyê bi Kurdên Rojavayê Kurdistanê re.

Google roja Pêncşemê di daxuyaniyekê de ragihand ku ew bernameya Îtalî ji bo sîxuriya li ser telefonên Android û iOS bikar anîn.

Bernameya sîxûrî çawa li ser telefonên welatiyên Rojavayê Kurdistanê hatiye danîn?

Lookout di emailekê de ji Rûdawê re eşkere kir ku çawa ew sîxûrî bêyî agahiya xelkê bi awayekî dizî li ser telefonên welatiyên Rojavayê Kurdistanê hatiye danîn.

Hat diyarkirin ku êrîşkaran lînka malpereke sexte ya bi navê Rojava Network ku toreke medyayî ya girêdayî Rêveberiya Xweser e û ji xeynî televizyonê li ser Facebook û Instagramê çalak e û derdikeve.

Her welatiyekî ku ew lînk vekiribe, bernameya Hermîtê bi dizî daketiye. Vê yekê hişt ku êrîşkar bi tevahî têlefonên hackkirî bixe bin destê xwe.

Google çawa behsa Hermitê kiriye?

Beriya niha Google û Lookout ragihandibûn ku hacker bi rêya peyaman lînkan ji kesên armanckirî re dişînin û piştî vekirina lînkê, sîxûrî dadikeve têlefonên wan.

Google di daxuyaniyekê de diyar kir ku ew bawer dikin ku hackeran carinan destkariya xizmerguzariya  înternetê kirine ji bo ku têkiliya înternetê ya li ser têlefonan asteng bike. Dema ku têkilî tê asteng kirin, êrîşkar bi SMS lînka hackê dişîne û jê dixwaze ku sepanekê daxîne telefona xwe ji bo ku bikaribe têkiliya bi înternetê berdewam bike.

Dema ku êrîşkar xwe dike wekî pêşkêşkarê xizmetguzariya înternetê vedize, lînkekê dişîne, wisa nîşan dide ku ji aliyê kompanyaya telefon çêkiriye ve an jî ji aliyê sepaneke şandina mesajan ve name hatibe şandin ji bo wiha bike xelk bitikîne lînkê.

Lêkolerên Lookoutê dibêjin, “Hermit bi tevlêkirina malperên fermî yên kompanyayan di nameyan de bikarhêneran dixapîne, dema ku li pişt perdeyê ew çalakiyên sîxuriyê dimeşîne.”

Google dibêje wan hişyarî daye bikarhênerên Androidê yên ku bûne armanca sîxuriya sepana Îtalî û antî-vîrûs û sîxorîyê nû kiriye. Apple jî diyar kir ku wan ji bo parastina bikarhênerên iPhoneê gav avêtine.

Tîma Google li ser 30 kompanyayan lêkolînê dike ku bernameya sîxuriyê difiroşin hikûmetan lêkolîn dike û anî ziman, “Pîşesaziya bernameya sîxuriyê bi lez û bez mezin dibe û geş dibe.”

Bernameyên hackkirinê yên ku ji bo sîxuriyê têne bikaranîn bûne cihê metirsiyê û gavên mezin avêtine nemaze piştî sala borî, hejmarek ji medyayên navdewletî eşkere kirin ku bernameya Pegasus ya NSO ya Îsraîlî ji aliyê hikûmetan ve ji bo sîxuriya li dijberên xwe, çalakvan û rojnamevanan bikar tîne.

Serokomarên Iraq û Fransayê Berhem Salih û Emmanuel Macron di lîsta kesên ku êrişî telefonên wan hat kirin de cih girtin.

Lookout li ser kompanyaya NSO û RCSs dibêje, “Ew diyar dikin ku ew bernameyên xwe tenê difroşin kiryarên ku bi qanûnî ji bo çavdêriyê bikar tînin, wek nimûne, ajansên îstîxbaratê û bicîhanîna qanûnê lê di rastiyê de bernameyên weha carinan bi hinceta sîxuriya ewlehiya neteweyî li ser karsaz, parêzvanên mafên mirovan, rojnamevan, akademîsyen û rayedarên hikûmetê têne bikar anîn.”