21 Sazî û Komele: Rewşa tenduristiya Mehmet Emîn Ozkan gelek giran e

Hewlêr (Rûdaw) - 21 Baro, Komele û rêxistinên sîvîl derbarê rewşa tendirustiya Mehmet Emin Ozkan bo çapemeniyê û raya giştî daxuyaniyeke nivîskî belav kirin.

Di daxuyaniyê de tê gotin ku dixwazin bal bikşînin ser rewşa tendûristiya nexweşê giran Mehmet Emin Ozkan ku di girtîgeha Tîpa D ya Amedê girtî ye û nîgeraniya xwe tînin ziman.

Di daxuyaniyê de derbarê rewşa hiqûqî ya M.Emin Ozkan dibêjin “Di hiqûqê de rêgeze ku mafên jiyaneke bi tendirust yên girtiyan bê parastin. Eger nexweşiyê wan neyên çareserkirin ev tê wateya ku xala 3emîn ya Peymana Mafên Mirov yê Ewropayê hatiye binpêkirin. M. Emin Ozkan ligel temenê mezin û nexweşiyên xwe dîsa li girtîgehê tê girtin û dema bo nexweşxaneyê tê veguhestin bi destbendê tê birin. Ev jî bi serê xwe îşkence ye.”

Hewiha tê gotin bo M. Emin Ozkan li girtîgehê canê xwe ji dest ne de, destpêkê bang li Wezareta Dadweriyê û Komisyona Mafên Mirov yê Parlementoya Tirkiyê û hemû saziyên têkildar dikin û daxwaz dikin ku bi berpirsiyar tevbigerin.

Li gor agahiyên hate dayîn Desteya Tendirustiyê li gel amarên rapora berî niha ku dibêje ji sedî 87 astengdar e û “nikare di girtîgehê de bimîne” tenduristiya wî ya ruhî hatiye nirxandin û tedawiya psîkîyatrîst hatiye pêşniyar kirin û rapora “dikare di girtîgehê de bimîne” hatiye dayîn. Ozkan bi armanca rapora tenduristiyê di 23ê hezîranê de bo Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Gazî Yaşargîlê hatibû veguhestin.

M. Emin Ozkan ê 83 salî ev 26 sale di zîndanê de ye û pênc caran krîza dil derbas kiriye. Ligel vê jî nexweşiyên wî wek alzeymir, anevrizm, tansiyon, guatr, gurçik û roviyan jî hene. Herwiha ji ber nexweşiyên wî lê giranbûne nikare pêwîstiyê xwe bi cîh bîne û tevbigere. Berî niha ligel ku raporta wî hebû ku divê li girtîgehê nemîne jî nehat berdan û serlêdanên hatine kirin jî bê encam hatine hiştin. Jiber rewşa Ozkan di asteke krîtîk de ye heta niha jî bo bê berdan her hewldan berdewam in.

Baroya Amedê, Baroya Edene, Baroya Êlihê, Baroya Wanê, Baroya Şirnexê, Baroya Mêrdînê, Komeleya Civaka Sivîl ya di Sîstema Pêkanîna Cezayan, Komeleya Hiqûqnasên Hemdem, Odeya Pizîşkî ya Amedê, Komeleya Alîkariya Malbatên Girtiyan ya Amedê, Însîyatifa Gorulmuştur, Komeleya Rojeva Mafên Mirov, Federasyona Komeleyên Hevkarî û Hiqûqî ya Malbatên Girtiyan ya Medê, Komeleya Hiqûqnasên bo Azadiyê, Şaxê Amedê ya Sendîkaya Kedkarên Tendûristiyê, Wekfa Lêkolînên Hiqûq û Civakê, Projeya Piştgiriya Dozên Mafên Mirov ya Tirkiyê, Komeleya Azadî Dîrok Jiyan, Komeleya şopandinê bo Mafên Wekheviyê, Komeleya Alîkariya Malbatên Girtiyan ya Marmarayê û Komeleya Hemwelatî