Yasaya Qeyser bandoreke xerab li ser Rojavayê Kurdistanê kiriye

Qamişlo (Rûdaw) - Yasaya Qeyser ya cezakirina Hikûmeta Sûriyê roja 17 vê mehê destpê kir, lê bandora wê ne tenê li ser Hikûmetê Sûriyê heye, li ser Rojavayê Kurdistanê jî bandoreke xirab çêkiriye, ji ber ku heta niha ew lîreya sûrî bikar tînin.

Cezayên Qeyser bi kurî bandor li civaka Rojavayê Kurdistanê kiriye.  Amerîka herdem behsa wê yekê dike ku dê deverên Bakur û Rojhilatê  Sûriyê ji van ceza û sizayan parastîbin. Lê mekanîzm hîn ne diyar e.

Rêveberiya Xweser ligel Amerîka û hevpeymaniya navdewletî dest bi  danûstandinan kiriye da ku deverên di bin desthilata wan de nekevin bin bandora van sizayan, çend daxwaz û alternatîv jî pêşkêş kirine da  ku aboriya vê deverê hîn bêtir têk neçe.

Bedran Çiya Kurd Cîgirê Hevserokatiya Encûmana Cîbîckar a Bakur û Rojhilat Sûriyê, dibêje, “Pêwîst e ji serî deriyê Til Koçer vekin ku piraniya alîkariyan ji wê re dihatin û dorpêça aborî li ser deverê rakin. Bi rastî daxwazekî heq ku ji aliyê madî û aborî ve hevpeymanên navdewltî piştigiriya madî û aborî raste rast bidin Rêveberiya Xweser.”

Tevgera bazirganî di navbera deverên di bin desthilata Rêveberiya Xweser û hikûmeta Sûriyê de sist û qels bûye û vê yek jî  bandorek xirab li bazarên Rojavayê Kurdistanê bi taybetî di warê derman û kelûpelên pizîşkî de. Eger berbedêl zû peyda nebin wê xirabtir bibe.

Îdrîs Şêxanî, Dermansaz, dibêje, “Dê weke 2014an li me bê, wê demê derman ji me re ji Kurdistanê dihat lê yên Sûrî baştir in. Niha neman, gelek derman peyda nabin weke yên zarokan û yên fişara xwînê jî.”

Rêveberiya Xweser beşek ji Sûriyê ye û bi pereyên wî welatî serederiyê dike, eger hewldanên sivikirina cezayên Qeyser bi ser bikevin jî, bi temamî tune nabin.