Çiyayê Agiriyê qul kirin û gihîştin avê

Navenda Nûçeyan - Her sal bi germbûna hewayê ve berfa li ser Çiyayê Agiriyê dihele û lehî radibe, ji ber lehiyê xeta ava vexwarinê zirarê dibîne. Ji bo temîrata xeta avê "çiya qul kirin".


Li Çiyayê Agiriyê bi germbûna hewayê re berfa zivistanê dihele û aveke gur ji çiyê dikişe. Ji ber vê avê tora ava gundan ji bînê ve xirab dibe.


Lehiya ku ji Geliyê Cihenemê rabû tora ava vexwarinê ya gundê Yenîdoxanê xirab kir. Li ser vê ekîbên Rêveberiya Îdareya Taybet a Bajêr ji bo avê bînin gund xebitîn. 


Ekîban ji Geliyê Cihenemê ya ku bûye mijara gelek çîrokan û ji hêla her kesî tê zanîn xeta avê kişandin Gundê Yenîdoxanê ya ku li 2 hezar û 200 metereyî bilindahiyê hatiye avakirin.


Sekreterê Giştî yê Îdareya Taybet a Îdirê Ferhat Akkuş daxuyanî da û diyar kir ku ji bo çareserkirina pirsgirêka ava gundê Yenîdoxanê ji Çiyayê Agiriyê xeta avê kişandin û pirsgirêka wan çareser kirin.


Ferhat Akkuş wiha got: "Ji bo çareserkirina pirsgirêka gundiyan li rê û dirban digeriyan. Herî dawîn me biryar da ku ji Geliyê Cihenemê avê bînin gund. Xebat li gelî zehf zor bû lê belê me dîsa jî dev jê berneda û ji gundiyan ra av anî û pirsgirêka wan çareser kir." (aa)