Li Colemêrgê pevçûn

Navenda Nûçeyan – Leşkerê ku li navçeya Çelê ya Colemêrgê di şerê navbera gerîlayên PKKê û hêzên ewlekariya Tirkiyê de birîndar bîbû, li nexweşxaneyê canê xwe ji dest da.


Parêzgariya Colemêrgê bi daxuyaniyekê ragihand ku li herêma Çiyayê Guven ê Çelê di navbera gerîlayên PKKê û leşkerên Tirkiyê de pevçûn derket.


Di daxuyaniya parêzgariya Colemêrgê de hat destnîşankirin ku di êrişa gerîlayên PKKê de leşkerek birîndar bû û piştre ji bo dermankirinê birine Nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê.

 

Hat ragihandin ku tevî midexaleyan leşkerî birîndar ji mirinê xilas nebûye.