Li Rojavayê Kurdistanê 39emîn salvegera Zinara Erebî

Qamişlo (Rûdaw) - Zinara Erebî yan jî piştîna Erebî, projeyeke nejadperesta rejîma Baas e ku di 24 hezîrana sala 1974an de li herêma Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê pêk hat.

Ew proje, bingiha wê pilana Mihemed Teleb Hilal e ku di sala 1962an de daxwaz kiribû, erd û nasaname ji kurdên parêzgeha Hesekê bê standin, siyaseta bi erebkirinê li wir pêk were û kantonên ereban di nava kurdan de bên çandin.

Piştên û kembera erebî, bi dirêjahiya 350 km û paniya 10-15 km li ser xeta sînorî ya Rojava bi Bakurê û Başûrê Kurdistanê re pêk hat.

Di encama vê projeyê de, dewletê dest danî ser bêtirî 2 milyon hektar erdên kurdan. Malbatên ereb yên ji parêzgehên Reqa û Helebê anîn û li navçeyên kurdan li parêzgeha Hesekê bi zorê bicihkirin.

Ew malbat ku di nava kurdan de bi erebên mexmûrî anku kesên ji ber avakirina Bendava Firatê xaniyên wan binavbibûn, tên naskirin. Ev malbat li 39 gundên ku hikûmetê li herêmên Dêrik, Qamişlo, Amûdê, Dirbêsiyê û Serê Kaniyê ji wan re avakiribûn, bi cih kirin û erdên kurdan ên ji bo çandiniyê herî baş bûn, li ser wan parvekirin.

Bi sedema kembera erebî, kurd şeperze û perîşan bûn. Bi hezaran malbatên ku xwedî milk û mal bûn, di nava şev û rojekê de ew erd û milk bi zorê ji wan hat standin.

Tevgera siyasî li Rojavayê Kurdistanê ku daxwaza hilweşandina kembera erebî û tewzîkirina malbatên zirar gihaye wan dike, heta berî ku şoreşa Sûriyê dest pê bike, her sal bi çalakî û daxuyaniyan ew proje şermezar dikir. Lê berevajî, îsal ji bilî daxuyaniya 2 partiyan, tu çalakî li dijî wê projeyê nehat lidarnexistin.

Opozîsyona Sûriyê di belge û dukomêntên xwe de wê projeyê bi nav nake,  lê dibêje divê hemû proje û biryarên şovînî û nejadperestî yên rejîmê bêne hilweşandin û kesên zirar gihaye wan bên tewîzkirin.

Tirseke mezin jî heye ku mîna Ii bajarê Kerkûkê yê Başûrê Kurdistanê, erebên ku rêjîma Baas ya Sûriyê ew anîne navçeyên Rojava, li wir asê bimînin û venegerin warên xwe.