Li Sêwazê qeza: 2 mirî, 2 birîndar

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Maciranê ya Sêwazê ya Bakurê Kurdistanê di qezayeke trafîkê de 2 kes mirin û 2 kes jî bi giranî birîndar bûn.

Bûyer li ser rêya sereke ya Sêwaz-Erzinganê gundê Zimêgê yê girêdayî navçeya Maciranê ya Sêwazê çêbû.

Li gorî zanyariyan otomobîla ku welatiyê bi navê A.Ç. diajot û pîkaba bi şofêrtiya H.K. li hev qelibîn.

Di qiezayê de A.Ç û kesek din ê di otomobîla wî de li cihê bûyerê canê xwe ji dest da.

Şofêrê pîkabê ligel kesek din ê bi wî re jî bi giranî birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê û birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Maciranê.

Hatiye ragihandin ku derbarê bûyerê de lêkolîn hatiye destpêkirin.