Gundekî din li Kanî Masê hat valakirin
Hewlêr (Rûdaw) - Ji ber şerê navbera Tirkiyê û PKK gunedekî din li başûrê Kurdistanê hate valakirin.
Li gorî zanyariyên Rûdawê, leşkerên Tirkiyê li Serê Çelê li herêma gundê Qumriyê bicî bûne û xalên xwe danîne ku xaleke bilind a stratejîk e, û dikare bi başî çavdêriya çend gunda bike weke gundên Hirurê û Dêşîşê.
Ev cara yekê ye ku serbazên Tirkiyê bi vê kûrahiyê hatin nav sinorê Herêma Kurdistanê, herwha gundê Edina ji ber giraniya şer û pevçûnên li wan navçeyan hatiye valakirin.
Li gundê Edinê tenê 4 mal mabûn ku ew jî ji gund derketin.
Di heman dem, de topbarab û bombebaranên Tirkiyê li ser wan navçeyan berdewam e, xelkê Gundê Edinê dibêjin ku ji ber topbaranan ew neçar mane ji gund derkevin ziyan gihaye gund û niha kes di gund de nemaye.
Rêveberê Nahiya Kanî Masê Serbest Sebrî Rûdawê re ragihand ku ji ber operasyona Tirkiyê ku ji 23 mehê ve destpêkiriye 3 gund hatine valakirin , tevî gundê Edinê ku îro hatiye valakirin, berî niha herdu gundên Kêste û Çelka Kirîstiyanan hatibûn valakirin û nêzî 65 malbatan aware bûne.
Herweha li gorî amarên Rêveberiya Daristan û Pawanan nêzî 8 hezar donim daristan şewitî ne.
Artêşa Tirkiyê ji 23ê Nîsana îsal ve operasyoneke nû li dijî PKKê di nava sînorê Herêma Kurdistanê de destpê kiriye, ku hêj berdewam e.