Google bo Rûdawê: Ti otomobîlên me yên Google Maps li Hewlêrê nînin
Hewlêr (Rûdaw) – Kompaniya Google di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re ragihand, ku niha ti planeke wan nîne bo zêdekirina wêneyên 360 pileyî yên bajarê Hewlêrê, lê belê dibêje, bikarhêner dikarin bi xwe bi berçavgirtina rênimayiyan, wêneyên 360 pileyî bo xizmetguzariyên wê kompaniyê zêde bikin.
Roja Şemiyê 23ê Gulanê Tora Medyayî ya Rûdawê di nûçeyekê de ji zarê Ehmed Mistefa ku xwe weke karmendê Google nasandibû, nûçeya gihîştina otomobîlên Goole Mapas bo nav bajarê Hewlêrê belav kir, ku ew otomobîl taybet in bi wênegirtina cade û cihên giştî yên bajaran bi şêwazê 360 pileyî.
Têkildarî mijarê, kompaniya Google di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re ragihand, “tevî ku kompaniya Hemn Group wek fotograferên bawerpêkirî dikarin wek bikarhêner wêneyên Hewlêrê dabar (Upload) bikin, lê belê wêneyên wan li ser navê Google nayên belavkirin.”
Google di emailekê de ku roja Pêncşemiyê hatiye şandin, ji Rûdawê re ragihand: “Niha ti planeke me bo danîna otomobîlên Street View li Hewlêrê nîne. Street View rê daye bikarhîneran ku wêneyan dabar (Upload) bikin, lê her wênegirtinek ku ji aliyê Google ve hatibe kirin, bi zelalî li ser tê nivîsandin; Google Street View.”
Google bi du şêweyan wêneyên 360 pileyî wek beşek ji xizmetgzuariyên xwe belav dike; yekem bi serpireştiya rasterast a kompaniya Google bi xwe, duyem, ew kesên dibin fotograferên bawerpêkirî, dikarin wek bikarhîner wêneyên 360 pileyî yên cihên giştî belav bikin. Ew wêneyên ku rasterast ji aliyê Google ve tên dabarkirin (Uploadkirin), xwedî pênasa Google Street View ne.
Kompaniya Google herwiha amaje bi wê yekê kiriye, ku ew kesekî bi navê Ehmed Mistefa nas nakin û nikarin piştrast bikin, ku kesekî wisa karmendê kompaniyê be.