26ê Gulana 1976: Destpêkirina Şoreşa Gulanê

Hewlêr (Rûdaw) – Piştî belavbûna Şoreşa Îlonê, di 6ê Gulana 1975ê de bi agahdariya Amerîkayê, di navbera Iraq û Îranê de Peymana Cezayîrê hate morkirin. Piştî vê yekê li Başûrê Kurdistanê di sala 1976ê de careke din Şoreşa Kurdistanê bi awayeke çekdarî dest pê kir.  

 

Di edebiyata Partiya Demokrata Kurdistanê (YNK) de ew şoreş wek “Şoreşa Gulan” tê binavkirin û di edebiyata Yekîtiya Nîştîmanî ya Kurdistanê (YNK) jî de weke “Şoreşa Nû” tê binavkirin.

 

Şoreşa Gulan ku di 26ê Gulana 1976ê de bi liv û tevgera eşkere û êrîşa pêşmerge dest pê kir lê beriya wî jî di sala 1975ê de ji aliyê PDKê ve bi awayeke siyasî û rêxistinî dest pê kiribû.  

 

Piştî têkçûna Şoreşa Îlonê, bi agahî û rênîşandana Mele Mistefa Barzanî yê rêberê Şoreşa Kurdistanê, ji bo şoreşê amadekarî hatine kirin û di encama lidarxistina konferansa PDKê de, ji bo partiyê serkirdetiya demkî hate destnîşankirin.

 

Serkirdetiya demkî ya PDKê roja 10ê Kanûna 1975ê bi daxuyaniyekî ragihand, ku xebata siyasî, rêxistî û pêşmergetî ya PDKê dest pê kiriye û bang li gelê Kurdistanê kir û ragihand: “Kurdistan qada rast a xebatê ye. Alîgir û dildarên PDKê, têbikoşin û bêhêvîbûn û têkçûnê qebûl nekin.”

 



“Artêşa Iraqê nekarî li hember pêşmergeyê Şoreşa Îlonê serbikeve”

 

Serkirdetiya demkî PDKê di daxuyaniya xwe de eşkere dike, ku artêşa Iraqê nekariye piştî destpêkirina şer ji sala 1974ê ve bi awayeke leşkerî li hember pêşmergeyên Şoreşa Îlonê serbikeve. Lewma jî dest av ête plangeriyeke herêmî û cîhanî li dijî şoreşê.

 

Di daxuyaniyê de serkirdetiya demkî ya PDKê derbarê Peymana Cezayîrê jî dibêje: “Di vê qonaxa dîrokî de serweriya emperyalîzmê kêm bûye û tekoşîna şoreşgerî ya gelên xebatkar bilind dibe. Piştî berfirehbûn û pêşveçûna tevgera rizgarî ya gelê Kurd, desthilata paşverû ya Îranê û desthilata faşîst a Iraqê, ku ji grûba çeteyên Tîkrîtê pêk hatiye, bi piştgirî û rênimayên emperyalîzma cîhanî,  piştî ku faşîst di êrîşên xwe yên leşkerî de li hember pêşmerge sernekeftin, li dijî gelê Kurd ê tekoşer û tevgera rizgarîxwaz, di 6ê Gulana 1975ê de plangeriyeke qirêj û gemarî pêk anîne.”

 

Serkirdetiya demkî PDKê dibêje, partiya wan piştî destpêkirina şoreşê amade bû li gel hikûmeta Iraqê danûstandinan bike lê rejîma Bees dewsa danûstandinan, ji bo têkbirina Şoreşa Kurdistanê, “beşek ji xaka Iraqê ya ser sînorê Îranê û Şetûl Erebê da desthilata kirêgirtî ya Îranê.”

 

“PDK rastiya bêhêvîbûn û têkçûnê qebûl nake”

 

Di daxuyaniyê de serkirdetiya demkî ya PDKê pir bi eşkereyî helwesta hinek berpirsên şoreşê rexne dike û radigihîne, ku PDK xwediyê çendîn destkeftan e û bi ti awayî li hember ti plangeriyeke şovenî û paşverû serê xwe natewîne.

 

Herwiha dibêje: “PDK rastiya bêhêvîbûn û têkçûnê qebûl nake û hemû kêmasiyên dema borî derbas dike. Bi baweriya xwe ya ji bo gelê Kurdistanê, bi çekdar, pêşverûxwaz û şoreşgeran, bi baweriya rêxistin û stratejiya xwe ya şoreşgerî, wek şêwazê xebatê ji bo gelê Iraq û hemû hêzên xêrxwaz ên cîhanî diselmîne ku gelê Kurd ji hemû plangeriyan bihêztir e.”

 


“Em ê xebata xwe li ser asta neteweyî pêşve bibin”

 

Li gorî bîranîna wan kesên ku beşdarî destpêkirina şoreşê bûne, PDKê di dema koçberiyê de li Îran û Rojhilatê Kurdistanê, pir bi nehênî dest bi karê rêxistinkirinê kiriye. Hinek çîrokên kar û xebatkirinê yên wê demê, ji bo dezgeha îstîxbaratê ya Îranê yaw ê demê SAWAK pir matmayî hiştiye. Weke mînak, car hebûye, ku berpirsên PDKê ji bo ji bajaran veguhezin bajarên ser sînor û ji wir re jî derbasî Başûrê Kurdistanê bikin, wek nexweş ew xistine ambûlansan û birine.

 

Serkirdetiya PDKê di daxuyaniya xwe ya 10ê Mijdara 1975ê de, ku yekemîn daxuyaniya piştî belavbûna Şoreşa Îlonê ye, diyar dike: “Ew plana ku jê re pir bi hûrûkûr nexşe hatiye danîn, ji bêhêvîkirin û têkbirinê jî pir mezintir e û planeke ji bo tunekirina neteweya me û kesayeta me ya Kurd. Ji ber vê yekê jî bi navê xebata xwe û bi navê hezaran şehîdên ku xwîna xwe ya paqij kirin goriyê azadiya Kurdistanê û mafên gelê me, em daxwazê ji we dikin, ku xebata xwe berdewam bikin.”

 

Di daxuyaniya serkirdetiya PDKê de tê gotin: “Baweriya me bi serkeftinê heye. Çimku baweriya me bi hişyariya gelê Kurd ê tekoşer heye. Em ê bi Beesiyên faşîst û hikûmeta şah a xiyanetkar a paşverû ya Îranê û mezinên wan re jî îspat bikin ku em ji planên wan mezintir in. Em ê xebatên xwe li ser asta neteweyî pêşve bibin û em ê li gel hemû hêz û partiyên pêşkeftinxwaz ên Kurdî di yek rêzê de bisekinin. Bi tevê hemû rewş, şert û mercan û berdêlan jî em ê li hemû parçeyên Kurdistana Mezin, bi hev re ji bo mafên neteweyî yên gelê Kurd têbikuşin.”