Topxaneyên Tirkiyê sînorê Başurê Kurdistanê topbaran kirin

Amêdiyê (Rûdaw) – Topxaneyên artêşa Tirkiyê devera Nihêlî û Berwarî Bala ya ser bi navçeya Amêdiyê ya Duhokê topbaran kirin.

 

Peyamnêrê Rûdawê ragihand, ku îro Înê (25-05-2017) piştî nîvro topxaneyên artêşa Tirkiyê bi tundî dest bi topbarankirina devera Nihêlî û Berwarî Bala ya navçeya Amêdiyê kirin.

 

Li gorî gotina peyamnêrê me guleya topekê li nêzîkî gundê Guherzê ketiye û ev yek jî bûye sedema tirsê li cem hemwelatiyan.

 

Peyamnêrê me da zanîn, ku heta niha jî derbarê zerer û ziyanan de ti agahî nehatine wergirtin.

 

Artêşa Tirkiyê berê jî gelek caran bi hinceta hebûna kampên PKKê deverên sînorî yên Başûrê Kurdistanê topbaran kiriye.