ÎDIR – Pêşbirka golik, berxik û karikên herî xweşik hat kirin
Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Qulpê ya Îdira Bakurê Kurdistanê golik, berxik û karikên herî xweşik hatin hilbijartin.
Pêşbirk ji aliyê Midûriyeta Çandinî û Daristanan a Qulpê ve li navneda qezayê hat kirin.
Cotkar û ajeldarên ji gund ên ku beşdarî pêşbirkê bûn golik, berxik û karikên xwe yên xemilandî derxistin pêşiya juriyê.
Di pêşbirkê de dîmenên rengîn derketin holê û gelê herêmê yê beşdarî çalakiyê bû kêfxweş bû.