Li Mêrdînê 30 kes bi hinceta PKKyê hatin desteserkirin
Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Qoserê ya parêzgeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê hêzên ewlehiyê bi ser malên welatiyan de girt û 30 kes bi hinceta “propagandeya rêxistinê” desteser kirin.
Li gorî Ajansa Mezopotamyayê hêzên ewlehiyê yên Tirkiyeyê danê sibehê di operasyonekê de bi ser çend navnîşanan de girtin û 30 kes desteser kirin.
Hat ragihandin ku 30 kes bi hinceta “propagandeya rêxistinê” hatine desteserkirin.
Kesên hatine desteserkirin birin Rêveberiya Ewlehiyê ya Qoserê.