Wezîrê Berevaniya Tirkiyê li Çelê serdana xeta sînor kir

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Berevaniya Tirkiyê Hulusî Akar li navçeya Çelê ya Colemêrgê serdana baregehên leşkerî yên artêşa welatê xwe kir. Akar paşê li navenda Şirnexê serdana dukandar û esnafan kir.

Operasyona Pence-Kilîd a Artêşa Tirkiyê li sînorê navçeya Amêdî ya ser bi parêzgeha Duhokê ya Herêma Kurdistanê ve û bi taybet li Metîna, Zap û Avaşîn-Basyanê berdewam e.

Ligel berdewambûna operasyona nû ya artêşa Tirkiyê li navçeyên sînorî yên Herêma Kurdistanê, Wezîrê Berevaniya Tirkiyê Hulusî Akar êvara roja Yekşembê 24ê Nîsana 2022an çû parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê li wir serdana baregeha leşkerî ya li qezaya Çelê kir.

Wezareta Berevaniya Tirkiyê di daxuyaniyekê de ragihandiye, Hulusî Akar bi Serokê Serfermandariyê Orgeneral Yaşar Guler û Fermandarê Hêzên Bejayî Orgeneral Musa Avsever re çû Herêma Baregeha Geyîktepe ya li bilindahiya 2 hezar û 300 metrî ya çiyayê Marikê.

Herêma Baregeha Geyiktepeyê li Çiyayê Marikê yê li gundê Erijê ye ku dikeve sînorê Çelê û di noqteya sifir a sînor de ye.

Wezîrê Berevaniya Tirkiyê li wê derê bi leşkeran re fitar xwar û paşê çû Şirnexê û li navenda bajêr serdana esnafan ki.