Li Qamişlo agirbest hat şikandin û şer destpê kir

Hewlêr (Rûdaw) - Tenê çend demjimêran piştî ragihandina agirbesta dayîmî ji aliyê Asayişa Rojava ve, careke din şer li taxa Tey a bajarê Qamişlo destpê kir.

Nûçegihana Rûdawê li Qamişlo, Vîviyan Fetah ragihand, niha şerekî giran di navbera hêzên Asayişa Rêveberiya Xweser û milîsên Berevaniya Niştimanî yên girêdayî hikûmeta Sûriyê de rû dide.

Medyaya nêzîkî Rêveberiya Xweser ragihandiye, milîsên ser bi hikûmeta Sûriyê agirbest binpê kirine û êrişî xalên hêzên Asayişê kirine.

Li gor heman çavkaniyê, milîsên Berevaniya Niştimanî di êrişên xwe de çekên navîn û hawinan bikar tînin.

Danê êvarê jî li herdu taxên Tey û Hilko yên bajarê Qamişlo, şer û pevçûn di navbera milîsên hikûmeta Sûriyê û hêzên Asayişa Rêveberiya Xweser de derketibûn.

Derketina şer li Qamişlo di navbera herdu aliyan de di demekê de ye, ku îro êvarê Asayişa Rêveberiya Xweser di daxuyaniyeke nivîskî de ragihandibû, ku ew gihîştine rêkeftina agirbestê.

Asayişa Rêveberiya Xweser diyar kiribû, piştî hewlên danûstandinên yên bi garantoriya Hêzên Sûriya Demorkatîk (HSD) û Rûsyayê, li bajarê Qamişlo di navbera hêzên Asayişê û milîsên hikûmeta Sûriyê de, “bi mercê ku ti binpêkirin li hember hêzên Asayişê neyên kirin, agirbestek herdemî hat ragihandin.”

Aloziyên vê dawiyê yên li Qamişlo ji şeva Sêşemê 20ê Nîsanê derdora demjimêr 22:00an ve dest pê kirin.

Asayişa Rêveberiya Xweser wê demê ragihand, ku milîsên ser bi hikûmeta Sûriyê ve destpêkerê şer bûne û diyar kir, şeva Sêşemê 20ê Nîsanê hejmarek ji çekdarên Berevaniya Niştemanî teqe li rêbendeke Asayişê li Filkeya el-Wehde kirin, ku di encamê de endamekî Asayişê bi navê Xalid Hacî jiyana xwe ji dest dan

Piştî wê bûyerê şerekî giran di navbera herdu aliyan de derket ku navber bi navber heya îro berdewam bûn, û di şer de car caran çekên giran jî hatin bikaranîn.

Li gorî amarên nexweşxaneyên Qamişlo 3 kesan jiber şer û aloziyên wê dawiyê li Qamişlo canê xwe ji dest dane, ku 2 jê zarokên 10 û 12 salî ne û yek jî endamekî asayîşê ye. Herwiha ji destpêka şer ve 5 kesên sivîl jî birîndar bûne.