Asayişa Rojava li Qamişlo agirbest ragihand

Hewlêr (Rûdaw) – Asayişa Rojavayê Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihand, ku piştî hewlên danûstandinên yên bi garantoriya Hêzên Sûriya Demorkatîk (HSD) û Rûsyayê, li bajarê Qamişlo di navbera hêzên Asayişê û milîsên hikûmeta Sûriyê de, “bi mercê ku ti binpêkirin li hember hêzên Asayişê neyên kirin, agirbestek herdemî hat ragihandin.”

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, îro têkildarî rewşa dawî ya li Qamişlo daxuyaniyek weşand û têde aşkere kir, jibo bidawîna şer û pevçûnên li gel milîsên Berevaniya Niştimanî yên ser bi hikûmeta Sûriyê ve, bi garantoriya Rûsya û HSDê ew gihîştine rêkeftineke agirbestê ya dayîmî.

Di daxuyaniyê de tê gotin: “Bi garantiya Hêzên Sûriya Demokratîk û hêzên Rûsyayê agirbesteke dayîmî hate ragihandin, heger tu binpêkirinên ji aliyê milîsên Dîfaa El-Wetenî li hemberî hêzên me çênebin.”

Hêzên Asayişa Rêveberiya Xweser herwiha daxwaz ji şêniyên taxa Tey kiriye ku vegerin ser malên xwe û dibêje: “Şêniyên taxa Teyî yên ku ji ber şerê ku van milîsan derxistine, ji malên xwe derketin û dixwazin vegerin dikarin sibe duşemê 26'ê Nîsanê serî li nuqteyên me yên ewlehiyê bidin da ku derbasbûna wan û milkên wan ewle bikin.”

Asayişa Rêveberiya Xweser soza parastinê dide akinciyên Taxa Tey a Qamişlo ku piraniya wan Ereb û ji eşîra Tey in û destnîşan dike: “Em Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê tekez dikin ku parastina şêniyan ji erkên me yên sereke ye, şêniyên taxa Teyî beşek sereke ji bajarê biratiyê û jiyana hevbeş a li bajarê Qamişlo ne. Em soz didin ku em dê di parastina jiyaneke ewle û bi rûmet ji bo wan de berdêlên giranbuha bidin.”

Aloziyên vê dawiyê yên li Qamişlo ji şeva Sêşemê 20ê Nîsanê derdora demjimêr 22:00an ve dest pê kirin.

Asayişa Rêveberiya Xweser wê demê ragihand, ku milîsên ser bi hikûmeta Sûriyê ve destpêkerê şer bûne û diyar kir, şeva Sêşemê 20ê Nîsanê hejmarek ji çekdarên Berevaniya Niştemanî teqe li rêbendeke Asayişê li Filkeya el-Wehde kirin, ku di encamê de endamekî Asayişê bi navê Xalid Hacî jiyana xwe ji dest dan

Piştî wê bûyerê şerekî giran di navbera herdu aliyan de derket ku navber bi navber heya îro berdewam bûn, û di şer de car caran çekên giran jî hatin bikaranîn.

Li gorî amarên nexweşxaneyên Qamişlo 3 kesan jiber şer û aloziyên wê dawiyê li Qamişlo canê xwe ji dest dane, ku 2 jê zarokên 10 û 12 salî ne û yek jî endamekî asayîşê ye. Herwiha ji destpêka şer ve 5 kesên sivîl jî birîndar bûne.