Li Rihayê şerê pismaman: Kesek mir 8 kes jî birîndarbûn

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeyê Bîrecûkê ser bi parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê di navbera pismaman de şerê bi çekan derket û li gor zanyariyên destpêkê, kesekî canê xwe ji dest da û 8 kes jî birîndar bûn.

Li gor zanyariyên hatine belavkirin, şer berî fitarê bi demeke kurt li Taxa Yaylacik ser bi bajarokê Bîrecûkê yê parêzgeha Rihayê derketiye. Li gor îdîayan, berê neyartî di navbera wan pismam de hebûye û vê êvarê jî şer derketiye.

Di şer û pevçûnê de ku çek jî hatine bikaranîn, Ramazan Guneş (47) li cihê bûyerê canê xwe ji dest daye û Okkeş G. (19), Hamza G. (19), Mehmet G. (26), Mustafa G. (39), Abdulkadir G. (15), Mehmet G. (22), Ahmet G. (42) û Fehmî G. (32) birîndar bûn.

Hat ragihandin ku birîndar bi ambûlansan bo Nexweşxaneya Dewletê ya Bîrecûkê hatine veguhestin, hêzên cendirme li taxê tedbîr wergirtine û derbarê bûyerê de lêpirsîn hatiye destpêkirin, lê nehatiye diyarkirin ka neyartî yan nexweşiya di navbera kurapan de li ser çi bûye.