HRE: 10 çekdarên ser bi Tirkiyê ve hatin kuştin
Hewlêr (Rûdaw) - HREyê ragihand ku di şer û pevçûnên li herêma Efrînê herî kêm 10 çekdarên ser bi Tirkiyê ve hatine kuştin.
Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) derbarê şer, pevçûn û êrişên li navçeyên bajarê Efrînê li Rojavayê Kurdistanê, daxuyaniyek belav kir.
Li gor daxuyaniya hatiye belavkirin, şervanên HREyê roja 21ê Nîsanê, li ser rêya di navbera gundên Kîmarê û Beradê yên bi ser navçeya Şêrawa ‘çalakiyeke sabotajê’ encam dane û hatiye diyarkirin ku di encamê de 2 çekdar hatine kuştin û 3 çekdar jî birîndar bûne.
Her li gor daxuyaniya hatiye belavkirin, şervanên Hêzên Rizgariya Efrînê roja 23ê Nîsanê li navçeyên Cerablûs û Raî li dijî hêzên ser bi Tirkiyê ve 3 êriş encam dane û hatiye gotin ku di wan êrişan de 8 çekdar hatine kuştin û 11 çekdar birîndar bûne û wesayîtek jî hatiye jinavbirin.
Herwiha hatiye belavkirin li çerxerêya Maratê jî şervanên HREyê êrişî çekdarên ser bi Tirkiyê ve kiriye û lê hatiye gotin ku encama wê nehatiye zelalkirin.
Li gor daxuyaniya HREyê di wan şer û pevçûnan de, bi giştî 10 çekdarên ser bi Tirkiyê ve hatine kuştin û 14 çekdar birîndar bûn.