Ji DAIŞê reviyan pêl mayinê kirin! 11 roj in cenaze mane erdê
Hewlêr (Rûdaw) – 3 keçên kurdên êzidê yên ku di dema ji DAIŞê reviyan pêl mayine kirine, 2 ji wan cane xwe ji dest dan.
3 keçên kudên êzidî yên bi navê Katrîn Îlyas (20), Elmes Xelef (11) û Lemya Hecî (19) di 14ê Nîsanê de ji destê DAIŞê reviyan, lê li nêzîk Eniya Kerkûkê hêj xwe negihandin Hêzên Pêşmerge pêl mayinê kirin.
Di teqîna mayinê de Katrîn Îlyas û Elmas Xele jiyana xwe ji dest dan û Lemya Hecî jî bi dijwarî birîndar bû.
Hersê keçên kurdên êzidî ji gundê Koço yê Şingalê ne û di 3yê Tebaxa 2014an de ji aliyê çekdarên DAIŞê ve hatibûn revandin û heya niha di destê rêxistinê de bûn.
Saîd Koço mamê Katrîn Îlyas ji Rûdawê re got, rojek beriya teqînê ligel biraziya xwe bi rêya telefonê axivî bû.
Saîr Koço ragihand: “Katrîn ji min re got, `mamo em ji destî DAIŞê rizgar dibin. Em gelekî nêzîk Hêzên Pêşmerge bûne.` Lê wan jiyana xwe ji dest dan. Asayişa Kerkûkê ji min re got, Katrin miriye.”
Kaço diyar kir ku ji malbata wî 20 kes ji aliyê DAIŞê ve hatine revandin û got: “Mirina Katrîn em bi qasî karesata Şingalê xemgîn kirin. Termên Katrîn û Elmas 11 roj in, lo cihê teqînê ne. Term ji ber ku di navbera çeperên DAIŞ û Hêzên Pêşmerge de ne, ti kes cenazeyan nastîne.”
Wî daxwaza ji rayedaran kir ku cenazeyan bistîne û wiha domand: “Heger destûrê bidin emê bixwe herin cenazeyan rakin. Çend efserên Pêşmerge ji me re gotine ewê ligel me werin. Lê divê fermandarê eniyê destûrê bide.”
Katrîn biraziya keça Kurd a Êzidî Nadiye Murad e, ku ketibû destê DAIŞê û piştre hatibû rizgarkirin, bi awayeke fermî wek kandîda wergirtina xelata Nobel a Aştiyê hatiye diyarkirin.
Nadiya Murad ku ji Ewropayê bo serxweşiyê hatiye Kurdistan, wiha got: “Koçkirina wê ez gelekî xemgîn kir. Katrîn di jiyana xwe gelekî êş kişand. Qederê careke din destûr neda em hev bibînin.”
Piştî dermankirinê Lemya jî radestî malbata wê kirin.