Li Qersê qeza: Kesek mir û 6 kes jî birîndar bûn

Cihê qezayê / Wêne: AA

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Qersê ya Bakurê Kurdistanê 2 otomobîl li hev qelibîn û di encamê de kesek mir û 6 kes jî birîndar bûn.

Otomobîla ku Tolga Akbaba diajot, li ser rêya navenda parêzgehê ya ku ber bi navçeya Zarûşadê ve diçû, li otomobîla ku Alî Aydin diajot qelibî.

Bi bandora lihevqelibînê otomobîla ku Alî Aydin diajot, li otomobîla ku Akbaba diajot siwar bû.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê, cendirme û polîs çûn cihê bûyerê.

Di kontrola ekîba tenduristiyê de derket holê ku Alî Aydin li cihê qezayê canê xwe ji dest daye.

Tîmên tenduristiyê Tolga Akbaba li gel birîndarên din ên qezayê Melîh Alparslan, Elanur û Şemîstan Akbaba, Coşkun Aktaş, Sefehan Aydin rakirin nexweşxaneyên li Zarûşadê û Qersê.

Ekîbên cendirmeyan li cihê qezayê tedbîrên ewlehiyê sitandin.