Erzingan: Cotkarek ket ber patozê û mir
Hewlêr (Rûdaw) - Li gundê Makiyalavasê ya parêzgeha Erzinganê cotkarek ket ber patozê û canê xwe ji dest da.
Li gundê Makiyalavasê yê parêzgeha Erzinganê cotkarê bi navê Engîn H.yê 55 salî dema dixwest xorimên giyayan bavêje patozê ku bike ka û bide ajelan ket ber makîneya patozê û bi giranî birîndar bû.
Malbata Engîn, Navenda Hawarçûnê ji rewşê agahdar kir û li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û cendirme çûn cihê bûyerê.
Tîmên tenduristiyê Engînê 55 salî veguhast Nexweşxaneya Zanîngeha Bînalî Yildirim a Erzinganê.
Engînê 55 salî tevî hemû hewldanên bijîşkî li nexweşxaneyê canê xwe ji dest da.