Li Rihayê pevçûn: Birîndar hene

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Xelîliyê ya Rihayê li benzînxaneyekê di navbera du grupan de pevçûn derket û di encamê de du kes birîndar bûn.

Li Taxa Sirrinê ya navçeya Xelîliyê ji ber sedemeke nediyar di navbera du grupan de pevçûn derket.

Her du grûpan bi çekan gule li hev reşandin û di encamê de A.M. û A.K. birîndar bûn.

Çend gule jî li benzînxaneyê ketin.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û polîs çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê birîndar veguhastin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Mehmet Akîf Înan a Xelîliyê.

Herwiha polîsan derbarê bûyerê lêprsîn da despêkirin.