'Mûçeyê me bikin 20 hezar jî têra debara jiyanê nake'

Hewlêr (Rûdaw) - Pêşniyaz-yasaya zêdekirina mûçeyê herî kêm ê xanenişînan û sererastkirina fermîbûna ji bo karkerên demkî ji aliyê AKPê ve bo Parlamentoya Tirkiyê hat pêşkêşkirin.

Lê hejmara ku hat ragihandin ji aliyê xanenişînan ve têr nayê dîtin û dibêjin şert û mercên aborî li Tirkiyê gelekî zehmet bûne û divê li gor vê yekê ji nû ve di ber çavan re bê derbaskirin.

Xanenîşê li Enqerê dibêje “Mûçe zêde bibe çi ferq dike ma, dê li bazarê bihayê tiştan jî 3 qat zêde bibe. Ji ber wê jî tiştek di destê me de namîne.”

Welatî got “Çiqasî zêde bikin jî, bêyî ku pere bikevin berîka me dihelin diçin. Vê roja pîroz Remezanê niha li bazarê em nikarin tiştekî bikirin, ma ne heyfa xelkê ye.”

Li gor vê yasayê mûçeyê herî kêm ê xanenişînan ku niha 5 hezar û 500 lîre ye dê bibe 7 hezar û 500 lîre. Herwiha pereyê ku wek diyariya cejnan jî tê dayîn dê bi zêdekirina 900 lîreyê Tirkî bibe 2000 lîre.

Serokwekîlê Grupa AKPê Mustafa Elitaş nerazîbûn û karvedanên çêbûne bi hilbijartinan ve girêdayî dinirxîne û amaje bi wê yekê dide ku pêşniyara hatiye kirin di cih de ye.

Serokwekîlê Grupa AKPê Mustafa Elitaş diyar kir “Li gor yasaya me pêşniyar kiriye hemû xanenişînên ku niha di bin 7 hezar û 500 lîreyî de mûçe werdigrin dê mûçeyê wan bibe 7 hezar û 500 lîre. Lê yê jor vê hejmarê dê wek xwe bimîne. Demên berê jî mûçeyê xanenîşînan ne wek mûçeyê kêmane bû, niha çima nerazîbûn çêdibe ya rastî ez fêm nakim.”

Piştî bidawîbûna proseya serlêdana berbijêrbûna bo hilbijartinên 14ê Gulanê, hevpeymaniyên hene  kar û xebatên hilbijartinan zêdetir kirine û mijarên sereke jî rewşa aborî û ji nû ve avakirina herêma erdhejê ye. Tê pêşbînîkirin ew pêşniyaz-yasa di nav vê hefteyê de li parlamentoyê bê gotûbêjkirin ku tê texmînkirin 11 milyon welatiyan li xwe bigre.