Serkirdeyên Herêma Kurdistanê sersaxî ji Lahor Şêx Cengî re xwestin

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîr Mesrûr Barzanî ji bo Lahor Şêx Cengî ku dayîka wî koça dawî kir, peyama sersaxiyê şandin.

Îro şemiyê dayika Lahor Şêx Cengî, Fatîme Qadir koça dawî kir û biryar e termê wê li qezaya Koye bi xakê bê spartin

Lahor Şêx Cengî di konferanseke rojnamevanî de got, termê dayika wî li Koye tê veşartin û sibe li mizgefta Ehmedî Hacî Elî li bajarê Silêmaniyê taziyê tê danîn.

Di bersivdayîna pirsyara peyamêrê Rûdawê de jî got: “Dayika min bi temen bû û vê dawiyê nesax bibû.”

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîr Mesrûr Barzanî di peyamekê de sersaxî ji malbata Lahor Şêx Cengî re xwestin.

Fatîme Qadir, hevjîna Şêx Cengî birayê mezin ê serokkomarê berê yê Iraqê û Sekreterê  Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Celal Telabanî bû.