PAKê Îhsan Nûrî Paşa bibîr anî
Hewlêr (Rûdaw) - Partiya Azadiya Kurdistanê bi helkfefta 45emîn salvegera wefeta Îhsan Nûrî Paşa ew bibîr anî.
PAKê bi boneya salvegera Îhsan Nûrî Paşa daxuyaniyekê da û ragihand Îhsan Nûrî Paşa rêberekî miletê Kurd û Kurdistanê bû.
PAKê destnîşan kir ku Îhsan Nûrî Paşa general û rêberê leşkerî yê serhildana Çiyayê Agirî û ji endamên damezrînerên Xoybûnê bû.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Îhsan Nûrî Paşa di jiyana xwe de ji bo Kurd û Kurdistanê tekoşîn kir. Wî ji beriya 45 salan wek îro koça dawî kir û ket nav refên şehîdên Kurdistanê. Em Îhsan Nûrî Paşa di salvegera koça dawî wî ya 45ê de bi giramî bibîrtînin.”
Îhsan Nûrî Paşa di sala 1893ê li Bedlîsê jidayîk bûye û 25ê Adarê 1976 li Tehrana paytexta Îranê bi rûdaneka trafîkê çû ber dilovaniya Xwedê.