Metirsiya girtinê li ser partiyên Kurdan berdewam e

Amed (Rûdaw) - Bi girtina HDPê re li Bakurê Kurdistanê girtina 4 partiyên din ên kurdî jî kete rojevê. Ji ber bêjeya Kurdistanê ya di navê van partiyan de, li Dadgeha Makezagonê ya Tirkiyeyê doza girtina van partiyan berdewam dike û gihiştiye asta dawiyê.

Eger ev partî bêjeya Kurdistanê ji navê partiya xwe dernexin dê bêne girtin. Lê partiyên ku bi girtinê re rû bi rû mane, dibêjin ew tu caran navê Kurdistanê ji nava partiya xwe dernaxin û ew ê hewl bidin ku navê Kurdistanê û nirxên wê bi awayeke yasayî mîsoger bikin. 

Ozan Kardaş, yek ji damezrîner û endamê meclisa Partiya Demokrata Kurdistanê Tirkiye ye. Lê nêzî 4 sal in partiya wî PDK Tirkiye ji ber navê Kurdistanê bi girtinê re rû bi rûye.

Piştî giştpirsiya serxwebûnê ya li Başûrê Kurdistanê li ser daxwaza Dadgeha Bilind a Tirkiyeyê, Dadgeha Makezagonê derbarê vê partiyê de ji ber navê Kurdistanê doza girtinê vekir. Ji ber doza girtinê ya li ser HDPê niha tirsa girtinê li ser wî jî zêdetir bûye. Lê ew weke PDK Tirkiye bi biryar in ku navê Kurdistanê ji navê partiya xwe dernexin.

Endamê Meclisa PDK Tirkiye Ozan Kardaş dibêje: “Partiya me bê girtin jî em di heman demê de partiyê ava nakin. Ji ber ku em ê serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê bidin. Ji ber vê yekê niha di rojeva me de avakirina partiyeke nû nîn e. Jixwe vaye partiyên ku nû serlêdan dikin jî nikarin îcazetê bistînin. Em dev ji siyasetê bernadin. Beriya ku PDK Tirkiye ava bibe me çawa siyasetê dikir, bi riyên demokratîk, em ê her wisa berdewam bikin. Berxwedan jiyan e.”

Ne tenê PDK Tirkiye, Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK), Partiya Komunîst a Kurdistanê (KKP) û Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) jî ji ber bêjeya Kurdistanê ya di navê partiyên wan de, li ber girtinê ne. PSKî dibêjin pejirandina navê Kurdistanê bi awayeke yasayî destkeftineke mezin e û ew ê hemû hewlên xwe ji ba parastina vî destkeftiyî bidin.

Cîgirê Serokê Giştî yê PSKê Bayram Bozyel jî got: “Avakirina bi navê Kurdistanê partî li Tirkiyeyê qezenceke mezin e. Piştî gelek bedelên mezin ev partî hatine avakirin. Çi PSK be û çi jî partiyên din ên bi navê Kurdistanê bin. Îro meşrûtiyek jî çêbûye tevî ku doz hatiye vekirin jî. Em bi biryar in ku van qezencan heta dawiyê biparêzin û xwedî lê derkevin.”

Ji sala 1963'an heta niha li Tirkiyeyê 28 partiyên siyasî yan bi hincetên oldariyê û yan jî  bi hincetên cudaxwazî û perçekirina Tirkiyeyê ji aliyê Dadgeha Makezagonê ve hatine girtin. Ji van 7 partiyên siyasî yên kurdan bûn.