Şûnwarên bajarê Amedê bê muzexane mane

 

Amed (Rûdaw) -  Li Bakûrê Kurdistanê li Amedê ji aliyê arkeolojîk ve potansiyeleke dewlemend heye lê ji bo danasîna vê potansiyelê muzexaneyeke arkeolojiyê tine ye. Ji berk u ev  8 salin muzexaneya Arkeolojiya Amedê girtiye tikes nikare berhemên Arkeolojîk bibîne.

Muzexaneya Arkeolojî ya Amedê 8 sale girtiye û her çiqas hewildan tên kirin ku muzexaneyeke baştir were vekirin ev yek her dem tê paşvexistin.

Piştî ku di sala 2007an de ji ber baranê avê da ser Müzexaneya Arkeolojiyê êdî  muzexane venebû. Kesê eleqeder amaje dikin ku venekirina muzexaneyeke nû kêmasiyeke mezin e.

Pisporê Tûrîzmê Doğan Şan dibêje li Amedê gelek berhemên dîrokî yên dema Merwanî, Asûriyan hene ku di dîroka Cîhanê de xwediyê nirxeke bilindin lê ji ber ku muzexane girtiye ji aliyê tûrîstan ve naye dîtin ev yek bandorê li aboriyê jî dike.

Her çiqas muzexaneyeke nû û otantîk hatibe avakirin jî hîn ne diyarê ka dê ev muzexane çi demê were vekirin.