Di mîtîngên DEM Partiyê de çi peyam derdikevin pêş?
Hewlêr (Rûdaw) - Ji hilbijartinên xwecihî re kêmtir mehekê maye û her ku diçe propagandaya hilbijartinê germtir dibe.
Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) jî li bajarê Kurdan û Tirkan bê navber mîtîngan saz dike.
Di van hilbijartinan de bala hevserokên DEM Partiyê zêdetir li ser pirsa Kurd e û peyamên neteweyî didin.
Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan îro li Nisêbînî bangî dengdêran kir.
“Tifaqeke li dijî Kurdan heye”
Tuncer Bakirhan got:
“Tifaqeke li dijî Kurdan heye, tifaqeke ku ziman, siberoj û jiyana Kurdan înkar dike heye. Tifaqeke ku qeyûman datîne ser îradeya Kurdan heye.
Ji ber wê jî hilbijartinên li pêş me hilbijartinên wendakirina tifaqa li dijî Kurdan e.”
Hevseroka din a DEM Partiyê jî heman rojê li navçeya Esenyurtê ya Stenbolê mîtîngek li dar xist û peyamên wê jî li ser pirsa Kurd bû.
“Pirsa Kurd, pirsa hemû gelan e”
Hevseroka DEM Partiyê Tulay Hatimogullariyê got:
“Pirsa Kurd, pirsa hemû gelan e ku li vî welatî dijîn. Pirsa Kurd pirseke etnîkî ye, pirsa nasnameyê ye, pirsa sitatuyê ye û pirsa Rojhilata Navîn û çar parçeyên Kurdistanê ye.
Me gelek caran bangewazî kir, me got werin em bi hev re li Tirkiyeyê pirsa Kurd bi rêyên aştiyane û demokratîk çareser bikin, bila ji Sûriye, Îran û Îraqê re jî bibe modêl û em li Tirkiye yekîtiya gelan ava bikin lê ka?.”
DEM Partiya ku li şûna HDPyê hat avakirin, berovajî hilbijartinên 2019an li bajarên Tirkiyeyê jî bi nav û logoya xwe beşdarî hilbijartinan 31ê Adara 2024an dibe.
Hevpeymaniya wan û CHPyê bi çend navçeyan sînordar ma.