Şepêla Azadî ya Kurdistanî ofîsa xwe li Amûdê vekir

Hewlêr (Rûdaw) - Şepêla Azadî ya Kurdistanî ofîsa xwe li bajarê Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê vekir, lê Şepêl dibêje ku asayişa Rêveberiya Xweser girtine ser merasîma vekirin û dawî lê anîn û daxwaz ji wan kir ku moletê wergirin.

Şepêla Azadî ya Kurdistanî  duh di daxuiyanieykê de ragihand ku ev dema 2 mehan e ew amadekariya bo vekirina ofîsa xwe dikin û ti kes astengî ji wan re çê nekir, lê îro berî dema birêveçûna merasîma fermî yên vekirina ofîsê hêzên asayişa Rêveberiya Xweser çûne û berpirsên ofîsê bangî navenda asayîşê kirin.

Li gor daxuyaniyê li wir ji wan re gotin ku divê hûn moletê wergirin, lê wan biryara da ku karê xwe berdewam bikin û ofîsa xwe vekin.

Piştî derbasbûna demijmêrekê ser merasîma vekirinê, hêzên asayişê dîsan bi ser ofîsê de girtine û çalakiya wan rawestandin û deriyê ofîsê girtin.

Şepêla Azadî ya Kurdistanî dibêje ku ew berê di nava ENKSê de bûn, lê roja 16 vê mehê vekişîna xwe ragihandin û dibêje: “Wiha diyar e ku PYDê rê nade partiyekî ji dervetî partiyên Rêveberiya Xweser û partiyên ENKSê ku karê xwe yê siyasî bike.”

Rêveberiya Şepêla Azadî ya Kurdistanî herwih dibêe ew bi tundî kiryarên asyaîşê şermezar dikin.