Osman Baydemîr: Herema Kurdistanê cihê hêviya gelê Kurd e
Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Osman Baydemîr “Hikûmeta Herêma Kurdisanê cîhê heviya gelê Kurd e û lazime tevahiya aliyên Kurdistanî piştevanî jê re bikin.”
Serokwezîre Herema Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Parlamenterê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Osman Baydemîr îro li paytexta Herema Kurdistanê Hewlêrê civiyan.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Osman Baydemîr di civînê de tekez li ser girîngiya yekrêziya navbera hêz û aliyên Kurdistanî û xebata aştîxwazane ya gelê Kurd bo parastina mafên reva yên gelê Kurd kirin.
Serokwezîre Herema Kurdistanê Mesrûr Barzanî di derbarê hevdîtina bi Osman Baydemîr re li ser hesabê xwe yê Facebookê daxuyaniyek belav kir û wiha got:
“Îro pêncşem 25 Sibata 2021an me pêşwaziya Siyasetmedarê navdar yê Kurd Osman Baydemîr kir.
Di civînê de me tekez li ser girîngiya yekrêziya navbera hêz û aliyên Kurdistanî û xebata aştîxwazane ya gelê Kurd bo parastina mafên reva yên gelê Kurd kir.
Osman Baydemîr piştevaniya xwe bo Hikûmeta Herêma Kurdistanê diyar kir û ragihand ku Hikûmeta Herêma Kurdisanê cîhê omîda gelê Kurd e û lazime tevahiya aliyên Kurdistanî piştevanî jê re bikin.
Me jî spasiya piştevaniya Osman Baydemîr kir û hêviya serkeftinê di kar, xebat û têkoşîna bo gelê Kurdistanê de jê re xwest.”