Mesrûr Barzanî û Le Drian êrişa mûşekî ya li ser Hewlêrê gotûbêj kirin

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Wezîrê Derve yê Fransayê Jean-Yves Le Drian di peywendiyeke telefonî de êrişa mûşekî ya li ser Hewlêrê gotûbêj kirin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li ser hesabê xwe yê Twitterê belav ragihand ku ligel Wezîrê Derve yê Fransayê Jean-Yves Le Drian peywendiyeke telefonî pêk anîne.

Mesrûr Barzanî diyar kir ku wî ligel Le Drian behsa êrîşa mûşekî ya vê dawiyê ya li ser Hewlêrê û lêkolînên di wê derbarê de kir.

Barzanî wiha nivîsandiye: “Bi axaftina ligel hevalê xwe Jean-Yves Le Drian xweşhal bûm. Me behsa êrîşa terorê ya vê dawiyê ya li ser Hewlêrê û lêkolînên di wê derbarê de kir.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê herwiha da zanîn ku wan behsa bihêzkirina pêwendiyên dostane di navbera Herêma Kurdistanê û Fransa de kirine.