DEŞTA NÎNOWA – Êdî krîstiyan bi aramî cejn û helkeftên olî birêve dibin

Tilsiqof (Rûdaw) – Li Dêra Margorgîs a Tilsiqofê roja “Îna Miriyan” hate vejandin. Krîstiyanên vê herêmê dibêjin, “Eger welatê mirov nebe, ti tiştê wî/wê jî nîne.”

 

Navçeyên krîstiyanan ên li deşta Nînowayê û bi taybetî jî ew navçeyên ku pêşmergeyên krîstiyan lê hene, êdî bi aramî cejn û helkeftên xwe yên olî bi girseyî birêve dibin.

 

Nahyeya Tilsiqofê yek ji wan e, ku heya niha nêzîkî 90 malbatan vegeriyane vê navçeyê. Li Dêra Margorgîs a Tilsiqofê jî weke tevahî dêrên li Başûrê Kurdistanê, roja “Îna Miriyan” hate vejandin.

 

Kesayetê ayînî yê bi navê Salar Bûdaxa dibêje; “Ew tenê kenîseyek e. Lê ew cihê temîdkirina mirovan e. Mirov zewaca xwe jî li vir dikin. Paşî dema vedigerin vê kenîsê hestekî cuda di dilê mirov de peyda dibe.”

 

Piştî rêwresma qudasê nîştecihên vê nahyeyê jib o serdana gorên xizm û kesûkarên xwe heta Goristana Tilsiqofê rêpîvanê dikin.

 

Nîştecihê Tilsiqofê Luey Ezebo dibêje; “Careke din jiyan vegeriya Tilsiqûfê û em hatin da ku mirovên xwe, hevalên xwe bibînin, serdana gorên miriyên xwe bikin.”

 

Hevjînê Teresa Lehdo jî beriya salekê jiyana xwe ji dest dabû. Hêviya wê jî ji Îna Miriyan ew e ku careke din vegere Tilsiqofê û li nêzîkî gora bavê zarokên xwe bimîne.

 

Teresa Lehdo dibêje; “Ji ber çi em venegerin kurê min. ew kesê mala wî û welatî wî tunebe, ti tiştekî wî jî nîne. Xwedê ji wan saziyan razî be yên alîkariya me dikin. Ne ew bin emê çawa bijîn?”

 

Li kenîsa Mar Gorgîsê zêdetirî 2 salane rêwresmên ayínî nebûn. Lê piştî ku pêşmerge DAIŞ ji deverê derxist, krîstiyanên Tilsiqofê dikarin helkeft û cajnên xwe yên ayînî birêve bibin.