Dêrsim – Şaredariya Pilûrê gavek balkêş avêt!

Dêrsim (Rûdaw) - Şaredariya navçeya Pilûrê ya Dêrsimê, bi armanca şefafî û zelaliyê, tabloya mesref û dahatên xwe yên sala 2015 bi avahiya xwe ve daliqand.

Şaredariya navçeya Pilûrê ya Dêrsimê, ji bo ku pêşiya gendeliyê bigire, gavek balkêş avêt û rapora mesref û dahatên xwe bi avahiya xwe ve daliqand.

Şaredarê Pilûrê Mehmet Fatîh Maçoglû li ser vê yekê ji Rûdawê re axivî û got, “Du sal e dahat û xercên me çi ne, em bi Civata Gel re parve dikin. Niha jî me dahat û mesrefên xwe hemû li ser pankartê nivîsiye. Daku her kes bizane çi hatiye, çi çûye. Me çi kiriye, çi nekiriye. Heta niha dihat gotin ku Şaredarî diz e. Di şaredariyê çi dibe, em nizanin...! Lê belê du sal e, li Pilûrê gilî û gazindên bi vî rengî tune. Xelk dibêje ku Zelalî heye, çi tê çi diçe em êdî dizanin…



Şaredarê Pilûrê, Mehmet Maçoglû


Maçoglû axaftina xwe wiha domand, “Em hewl didin şefaf û zelal bin. Em hewl didin her tiştî li ber çavê qewmê xwe bikin. Heta niha me çi soz û belên dabûn hema bigire me gişt pêk anî. Jixwe van biryaran jî ez bi tena serê xwe nadim, li Civata Gel em bi gelê xwe re van biryaran distînin.”

Şaredarê Pilûrê da zanîn ku dema bû şaredar, Şaredarî nêzîkî milyonek û 500 hezar lîreyan deyndar bû lê niha tenê 500-600 hezar deynê wan maye.

Mehmet Maçoglû du sal berê wekî namzedê Partiya Komînîst a Tirkiye (TKP) hat hilbijartin û bû Şaredarê Pilûrê. Ji wê rojê ve jî bi gav û kiryarên xwe yên balkêş dikeve rojevê. Cara yekem e şaredarî bi vî rengî dahat û xercên xwe eşkera dike.

Welatên Pilûrê jî ji vî karê şaredar kêfxweş in lê hinekî jî şaş mane. Welatiyên bi navê Îsmaîl Dede hestên xwe wiha ji Rûdawê re anî ziman, “Heta niha tiştek wiha me li vê şaredariya me nedîtîbû. Niha dahat û xerc hemû hilawestine. Welatî jî dixwîne û dibe xwediyê agahî û pêzanînan. Xwedê ji şaredar razî be pir baş kiriye.”

Welatiyên bi navê Alî Ekber Firîk jî ew karê şaredariyê wiha nirxand, “Şaredariya me mesref û dahatên xwe hemû hisab kiriye û bi deriyê derve hilawestiye. Daku herkes bixwîne, bibîne. Divê şaredar wiha bikin. Dahat û xerc çi ne, divê em bibînin. Dema ku çewtiyek, gendeliyek çêbû emê hişyarî bidin şaredariyê.”

Li Pilûrê otobêsên şaredariyê ,du sal e bêpere rêwiyan hildigrin. Şaredariyê ava vexwarinê jî erzan kiriye û ji bo berhemhênana danewêleyan gel han dide û jê re dibe alîkar.