Navenda kaşûnê ya Colemêrgê bûye cîheke girîng a geştiyariyê
Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Colemêrgê yê Bakurê Kurdistanê navendeke kaşûnê ser berfê hatiye vekirin ku di rojên dawiya hefteyê de, ango di rojên Şemî û Yekşemê de zêdeyî 10 hezar kesî serdana wê navenda werzişî dikin. Ew navend 6 kîlometran ji navenda bajar dûr e û tevahiya xizmetgûzariyan jî lê têne pêşkêşkirin. Ji navxwe û derve gelek geştiyar serdana wê navendê dikin. Têçûya rojekê ya li wê navendê jî 50 lîreyên Tirkî ye ku dike 4 dolarên Amerîkî.
Li Mêrga Botan ku yek ji zozanên Colemêrgê ye û ji nêzîkî 3 metreyan ji asta deryayê bilind e ku havînan xelk hem ji bo çerandina pez û hem jî ji bo geştiyariyê diçinê. Zivistanê jî bûye navendeke komkirina geştiyarên navxwe û biyanî.
Li wê navendê hotel û xwaringeh jî hene. 130 odeyên hotelê hatine amadekirin û li gorî wê projeyê 5 hezar geştiyar dikarin bişev lê bimînin.
Ew navenda werziş û xweşiyê 6 km ji navenda bajêr dûr e û cihê xwe xişikandinê 7 hezar metre ye û piştî barîna berfa yekê heya destpêka meha nîsanê xelk dikare biçe wê navendê.
Ew yek ji projeyên herî mezin ên werzişî ye ku li sînorê parêzgeha Colemêrgê hatiye vekirin û di rojên dawiya hefteyê de nêzîkî 10 hezar kes diçin da ku xwe li ser berfê bişemitînin.
Colemêrg yek ji bajarên herî sar ên Bakurê Kurdistanê ye û salane li bilindahiyan zêdetir ji 5 metre berf dibare. Lê tevî zehmetiyên zivistanê jî, xelk bi vê navenda werzişî dilxweş e û li bendê ye ku projeyên bi vî rengî bêne zêdekirin.