Xelkê 3 gundên Rojhilat dixwazin gundên wan bo cihekî din bên veguhastin

Hewlêr (Rûdaw) - Sê gundên ser bi bajarê Sîrwan ve li parêzgeha Îlamê ya Rojhilatê Kurdistanê, çend sal in ji ber nebûna xizmetguzarî û dûrdestiya gund û nebûna rêyên standard ên hatinûçûnê, daxwaza veguhastina gundên xwe dikin.

Yek ji wan gundê “Burbur” e ku wek gundê 15ê Xurdad (navê mûşekavêjeke Îranê) tê naskirin. Ew gund nêzikî 50 mal lê hene û hejmara şêniyên wî gundî digihije 205 kesî. Berî 40 salan ew gund bo cihê niha hatibû veguhastin, lê niha jî pirsgirêkeke mezin a Burbur ew e ku ti rêyek ji bo berfirehbûna gund nîne.

Xelkê gund veguhastina gundê xwe bo cihê niha wek pirsgirêka sereke binav dikin û li gor wan her ev yek bû, ku bû sedema piştguhxistina wan.

Li gor zanyariyan biryar e hikûmet wan her sê gundan veguhêze derdora Kêwî Çermîn ku cihekî berbelavtir e û rêya kiştûkal û ajeldariyê bo rûniştanên wê deverê zêdetir e. Xelkê wan gundan hê jî xwe wek xwediyên zeviyên derdora Kêya Çermîn dizanin û hikûmetê jî hemû ew zevî wek “zeviyên niştimanî” li ser nave hikûmetê tomar kirine.

Xelkê wan her sê gundan 14 sal in çaverêyî cîbicîkirina biryara hikûmetê ne û serî li her cihekî dane ku gundên wan bên veguhastin û ji wê rewşê derkevin. Lê berpirsên xwecihî yên bajarê Sîrwanê dibêjin, heta niha ti daxwazek li ser vê mijarê negihiştiye destê wan û ji bo cîbicîkirina biryarê jî çaverêyî dem û budceyê ne.

Niha xelkê wan gundan li gel pirsgirêkên hatiçû û nebûna hêla kiştûkal û ajeldariyê, çendîn pirsgirêkên din ên wek nebûna înternetê ji bo xwendina online a zarokan û nebûna xizmetguzariyên pêwîst ên pizîşkî,av û elektrîkê jî hene û bi şev û roj di hêviya veguhastina gundên xwe de ne ku bigihijin jiyaneke baştir.