'Gaza sirûştî ya Herêma Kurdistanê dibe rikabereke bihêz a Îranê'
Hewlêr (Rûdaw) - Akademîsyen û şarezayekî warê enerjiyê dibêje, gaza sirûştî ya Herêma Kurdistanê dibe rikabereke bihêz a gaza Îranê, wek çawa niha petrola Kurdistanê rikabereke bihêz a petrola Îran û Iraqê ye. Ew pisporê enerjiyê dibêje jî, li gor lêkolînan heta sala 2040 berhema gaza Herêma Kurdistanê salene digihije 45 ta 50 milyar metre sêca.
Mihemed Husên, akademîsyen û şarezayê warê enerjiyê, beşdarî bultena nûçeyên aborî ya Rûdaw TVyê bû û behsa potansiyela enerjiyê û asteng û derfetên li pêş Herêma Kurdistanê kir.
Derbarê astengên li ber girîngpêdana çavkaniyên gaza sirûştî li Herêma Kurdistanê, Mihemed Husên amaje bi wê kir, li gor wan pêşbîniyên ku hene, dibe Herêma Kurdistanê heta sala 2035 berhemanîna gaza sirûştî di salekê de bigihijîne 40 milyar metre sêca û dibêje jî, “Ev pêşbîniyeke ku dikare pêk were, wate bêîmkan nîne, lê tiştekî ewqas hêsan jî nîne. Vê yekê berhemanîneke zêde divê, damezrandina jêrxaneke pîşesaziya gazê ya baş divê û hevdem dabînkirina bazarê jî divê.”
Li gor Mihemed Husên, eger hat û ew pêşmerc hatin pêkanîn, “Ev li gor wê raporta Wezareta Enerjiyê ya Amerîkayê, dibê ta sala 2040 berhema gazê ya Herêma Kurdistanê ji 5 milyar metre sêca ya niha, salane bibe 40 milyar metre sêca.”
Husên behsa lêkolînên din ên li ser vê mijarê ku ji aliyê şareza û akademîsyanan ve hatine amadekirin jî dike û dibêje, “Li gor yek ji wan lêkolînan; eger pirsgirêka bazarkirinê bê çareserkirin, ew yedega gazê ku Herêma Kurdistanê heye, beşa wê gelek zêdetir e ji ew a ku Wezareta Enerjiyê ya Amerîkayê pêşbînî kiriye.”
Li gor wî şarezayê warê enerjiyê, jêrxaneya gaza Herêma Kurdistanê û nebûna bazareke bo saxkirina wê gazê, sedem bû ku Herêma Kurdistanê girîngiyê bi berhemanîna gaza sirûştî nede. Husên dibêje, “Eger seqamgiriya siyasî û emnî hebe, paşê bazar û kiryarên demdirêj ên stratejîk herî kêm bo çend deh salan hebin, wek çawa di warê petrolê de kompanyayên navdewletî hatin û weberhênan kirin, bo kerta gazê jî dibe heman senaryo dûbare bibe.”
Mihemed Husên di dewama gotinên xwe de got, “Gaza Herêma Kurdistanê dibe rikabereke bihêz ya gaza Îranê, bi heman şêweyê niha ku petrola Herêma Kurdistanê rikabereke bihêz a petrol Îran û Iraqê ye. Ev bazara azad e û Herêma Kurdistanê dikare gaza xwe bifiroşe Tirkiye. Eger Herêma Kurdistanê çavkaniyeke erzantirîn a gazê be bo Tirkiye, wê demê dê ji Herêma Kurdistanê bikire.”
Li gor wî şarezayî, li Herêma Kurdistanê karekî zêde bo dîtina gazê li kêlgehên gazê yên Herêma Kurdistanê hatiye kirin, maye ku jêrxaneyeke hinardekirinê bê avakirin; wek borî û bi hev ve girêdana kêlgehên gazê.”
Kompanyaya Rosneft a Rûsî ku yek ji wan kompanyayên bihêz ên cîhanê ye di warê enerjiyê de, bi niyaz bû sala 2016an boriya hinardekirina gaza sirûştî ya Kurdistanê pêk bîne, kêlgehên gazê yên Herêma Kurdistanê bi hev ve girê bide û gazê hinardeyî Tirkiyê bike, lê ji ber hinek sedeman ev yek pêk nehat.
Li ser vê mijarê Mihemed Husên dibêje, “Vê yekê beşek peywendî bi rewşa siyasî û emnî hebû ku salên 2016 ta 2019 li Herêma Kurdistanê û Iraqê hebû. Beşeke din jî peywendî bi pirsgirêkên darayî yên Herêma Kurdistanê hebû.”